CENAZÊ YASIR EBDILQADIR LI ŞEDADÊ JI ALIYÊ SEDAN VE HATE OXIRKIRIN

Bi sedan şêniyên Şedadê cenazeyê Endamê Hêzên Xweparastinê Yasir Ebdilqadir bi merasîmekê li goristana şehîdan oxirkirin.

Endamê Hêzên Xweparastinê Yasir Ebdilqadir li Dêrazorê dema bi erka xwe radibû şehîd bû.

Bi sedan şêniyên Şedadê piştî wergirtina cenazeyê şehîd bi karwanekî ber bi goristana şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava slogan û tililiyên dayikan de hate oxirkirin.

Leave a Reply

Back to top button