Îlham Ehmed: Dewleta Tirk dijminê hemû destkeftiyên Kurdan e

Îlham Ehmed di civînekê de ku li bajarê Bremenê ji gel re li dar xistibû, anî ziman ku dewleta Tirk dijminê hemû destkeftiyên Kurdan e.

Serok Meclisa Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed di civînê de axivî û got: “Li ku derê deskeftiyên Kurdan hebin, dewleta Tirk hewl dide wê derê bifetisîne, bêîstîqrar bike û tine bike.

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê jî ev yek heye.”

Îlham Ehmed got: “Dewleta Tirk hemû derfet û nakokiyan bi kar tîne û êrişî me dike.

Yên ku îro PKK û YPG’ê qaşo wek dijminê dewleta Tirk in nîşan didin, dijminên xwe nas nekirine.

Dewleta Tirk bi qasî ku dijminê Kobanê ye, ewqasî dijminê Hewlêrê ye jî.

Bi qasî ku dijminê Qendîlê ye ewqasê dijminê Silêmaniyê ye.

Bila kes xwe bi van nexapîne, her kes rastiyê dibîne.”

Îlham Ehmed di dawiyê de bang li gelê Kurd kir ku li her qadê têkoşîneke bi bandor û rêxistinkirî birêve bibin û wiha bi dawî kir: “Pêşerojek azad li benda me ye.”

Back to top button