KCDK-E: Divê gelê me li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dewleta Tirk teşhîr bike

KCDK-E: “Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a li hemberî gerîla, divê gelê Kurdistanê li cihê ku lê ye rabe ser piyan, teşhîr bike.”

KCDK-E têkildarî bikaranîna gaza jehrî li dijî çeperên gerîla ya ji aliyê artêşa Tirk a ku bi hevkariya PDK’ê êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Artêşa Tirk a dagirker li dijî berxwedana ji bo parastina Kurdistanê, rêbazê şerê qirêj çekên kîmyewî bikar tîne.

Artêşa Tirk, li hemberî berxwedana gerîla binketin li ser binketinê dijî.

Li dijî êrîşên qirker ên artêşa Tirk, divê gelê me li hemû Ewropayê dengê xwe bide vê berxwedanê.

Em bang li welatên Ewropayê ku serê wan di nava qûmê de ye û êrîşa hovane ya li Kurdistanê nabînin dikin ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bibin xwedî helwest.

Divê gelê li her cihî rabe ser piyan û dewleta Tirk ê hov teşhîr û protesto bike.”

Back to top button