REJÎMA SÛRÎ BAJAROKÊ CELMEYÊ YÊ STRATEJÎK KONTROL DIKE

Di navbera hêzên rejîma Sûrî û komên çete de li bejahiya Hemayê şer gur dibe. Piştî şerekî dijwar di navbera rejîmê bi piştevaniya Rûsiyayê û komên çete yên dewleta Tirk a dagirker de, rejîmê careke din bajarokê Celme yê stratejîk kontrol kir. Bi berdewamiya şer li van herêman re, civînên dewletên garanto jî berdewam in.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan raber kir ku li bejahiya bakur rojavayê Hemayê şerekî dijwar di navbera hêzên rejîmê bi piştevaniya Rûsyayê û komên çete de rû da.

Şerê gur di navbera her du aliyan de li rojavayê bajarokê stratejîk Celmeyê pêk hat.

Hêzên rejîmê hewl didan şer li gorî xwe bimeşîne, û komên çete jî armanc dikirin ku serweriya giştî ya bajarok bikin.

Li gorî Çavdêriyê di encama şer de bi dehan leşkerên rejîmê û komên çete hatine kuştin.

Her wiha rejîmê careke din bajarok kontrol kir.

SERGEY VERSHININ:
CIVÎNA SÊ-ALÎ YA DEWLETÊN GARANTO WÊ LI TIRKIYÊ BÊ LIDARXISTIN

Ev şerê dijwar û operasyonên rejîmê bi piştevaniya Rûsiyayê di demekê de tên ku dewletên garanto ango Rûsiya, Îran û Tirkiye hewl didin bi lidarxistina civînên encampûç binketinên xwe yên li ser erdê binuximînin.

Cîgirê Wezîrê karên Derve yê Rûsiyayê SERGEY VERSHININ ragihand ku ji bo çareserkirina aloziya Sûrî dewletên garanto li ser xurtkirina danûstandinan rijd in.

SERGEY VERSHININ diyar kir ku civîna sê-alî ya bê wê li Tirkiyê were lidarxistin.

Ev ragihandina Cîgirê Wezîrê karên Derve yê Rûsiyayê dijberî daxuyaniya berdevkê fermî yê koşka Kremlin Dmitry Peskov tê.

Dmitry Peskov beriya demekê tekez kiribû ku ji bo aloziya Sûrî ti planên lidarxistina civînên sê-alî nînin.

Leave a Reply

Back to top button