DERMANKIRINA LEYLA GUVEN LI NEXWEŞXANEYÊ BI DAWÎ BÛ

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan parlementera HDP’ê Leyla Guven 200 rojan di greva birçîbûnê de li ber xwe da.

Îro jî dermankirina Guven a li nexweşxaneyê bi dawî bû.

 

Piştî peyama Rêber Ocalan, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku 200 rojan di greva birçîbûnê de mabû, çalakiya xwe bi dawî kiribû.

Leyla Guven piştî çalakiya xwe bi dawî kir li nexweşxaneyê dihat dermankirin.

Îro dermankirina Guven a li nexweşxaneyê bi dawî bû.

Keça Leyla Sabîha Temîzkan li ser hesabê xwe yê twîtterê, derbarê dayîka xwe de wiha nivîsî:

“Dayîka min Leyla ji bo vegere mîna berê, em neçar man heya demekê navberê bidin serdanan.

Niha silavên xwe ji hemû kesan re dişîne û dibêje:

“Di demek herî nêz de, ez ê hemû gelê xwe, di serî de gelê Colemêrgê, hembêz bikim, ez ê hîn xurttir vegerim nav gelê xwe.”

Leave a Reply

Back to top button