Liv û tevgera arteşa Iraqê ya li Şengalê zêde dibe

Tevî gelek hevdîtin û bangên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, li Şengalê rewşa aloz dewam dike.
Artêşa Iraqê li gelek cihan dest bi çêkirina mewziyan kiriye û amadekariyan dike.
PDK jî ji bo li Şengalê şer derkeve, her tiştî dike.

Li Şengalê di 18’ê Nîsanê de arteşa Iraqê êrişê Asayîşa Êzdîxanê a Şengalê kir û şer derketibû.

Piştî hevdîtin û hewldanên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê şer sekinîbû.

Herî dawî duh Meclîsê derbarê êrîşên li ser Şengalê helwesta xwe eşkere kir.

Meclîsê diyar kir ku ji bo çareseriyeke bingehîn a di çarçoweya dewleta federal a Iraqê de amade ne.

Lê heya niha jî gaveke berbiçav ji aliyê hikumeta Bexdayê ve nehatiye avêtin.

Berevajî vê yeke, liv û tevgera artêşa Iraqê ya li Şengalê zêdetir dibe.

Arteşa Iraqê di nava malên sivîlan de çeperan çêdike

Li bakurê Çiyayê Şengalê bi taybet di xeta Dîgurê-Duhola-Borik û Guhbelê de, artêşa Iraqê hêza xwe zêde kiriye û dest bi çêkirina çeper û mewziyan kiriye.

Artêşê li vê xetê gelek mewzîyên xwe di nav malên şêniyên vê heremê de çêdikin.

Her wiha seytereya Dîgurê ku beriya niha polîs û leşker bi hev re bûn, polîsên herêmê jê hatine derxistin û tenê leşkerên artêşê xwe bicih kirine.

Li navenda Şengalê û seranserê başûrê Çiyayê Şengalê jî liv û tevgera artêşa Iraqê zêde bûye.

Artêşê bi taybetî derdora navenda Asayîşa Êzdîxanê tevgera xwe zêde kiriye.

Li gor agahiyên ji herêmê hatine girtin artêşa Iraqê li dora gundê Heyalê û Sikêniyê ku ji bo parastina Şengalê stratejîk in, hejmara wesayîtên zirxî û hejmara leşkeran zêde kirine.

Wekî din jî di ketin û derketina hemû gund, komelgeh û nahiyan de artêşê xwe li ser rêyan bicih kirine.

PDK bi hemû hêza xwe li pey derxistina şer e

Li aliyê din jî PDK di nav liv û tevgereke mezin de ye da ku, zemîna provokasyonan amade bike û rê li ber şerekî veke.

Ji xwe ji 18’ê Nîsanê heya niha PDK û alîgirên wê, gelek caran bang li artêşa Iraqê kirin ku êrîşê Şengalê bike.

Herî dawî jî nûnerê PDK’ê di Fermandariya operasyonên Hevbeş a Iraqê de Ebdulxaliq Tilet bang li hikumeta Iraqê kiribû ku li dijî Şengalê hêza çekdarî bikarbîne.

Back to top button