Ûkrayna: 215 zarok hatine kuştin

Li nava xaka Ûkrayna êrişa Rûsya 2 meh li pey xwe hişt.
Stratejiyên Rûsya û asta êrişan, li rojhilatê Ûkrayna bûye sedema wêraniyek zêde.
Di demek wiha de Wezîrê Karên Derve û Parastinê yê DYA serdana Kîevê kirin.
Di civîna li Kîevê de, careke din wezîrên Amerîkî piştevaniya xwe ragihandin.
Li aliyekî din, êdî Putin jî ji derketina çareseriyeke bi rêya siyasî zêdetir, bi kontrolkirina axeke hîn zêdetir daketiye.

Êrişa Rûsya ya li nava Ûkrayna di roja xwe ya 61’an de ye.

Rûsya li rojhilatê Ûkrayna bi çekên giran êrişên xwe didomîne.

Serdozgeriya Ûkrayna ragihand ku ji ber şer heta niha 215 zarok hatine kuştin.

Lê ya xuya dike, ev şer wê di demek kin de bi dawî nebe.

Ûkrayna: 21,900 leşkerên Rûsya hatine kuştin

Sererkaniya Ûkrayna jî ji aliyê xwe ve bîlançoya êrişên Rûsya yên ji 24’ê Sibatê û heta niha eşkere kir.

Li gorî vê;

21,900 leşkerên Rûsya hatine kuştin.

181 balafir, 154 helîkopter û 884 tankên Rûsya jî hatine bêkêrkirin.

Rûsya: 141 balafir û 110 helîkopterên Ûkrayna hatine bêkêrkirin

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov jî ji aliyê xwe ve bîlançoya şerê heyî eşekre kir.

Îgor Konaşenkov ragihand ku li herêma Xersonê pergala moşekan ya Pantsir-S moşeka taktîkî ya Ûkraynayê Toçka-U li hewayê têk biriye.

Konaşenkov diyar kir ku şevê din yekîneyên moşekan 19 û yekîneyên topavêj jî 967 navendên leşkerî yên li Ûkraynayê kirine armanc û got:

Heta niha 141 balafir, 110 helîkopter, 566 balafirên bêmirov yên Ûkrayna hatine bêkêrkirin.

Blinken û Austin bi Zelensky re civiyan

Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Anthony Blinken û Wezîrê Parastinê Lloyd Austin li Kîevê bi Serokomarê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky re civiyan.

Blinken di daxuyaniya piştî serdanê de got,

“Rûsya di şerê bi Ûkrayna re winda dike, Ûkrayna bi ser dikeve.”

Austin li nêzî sînorê Polonya-Ûkrayna jî ji rojnamevanan re got,

“Heke wan alavên rast, piştgirîya rast hebin, ew dikarin bi ser bikevin.”

Volodymyr Zelensky di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Telegramê da destnîşan kir ku serdana Blinken û Austin a di demek krîtîk de ji bo Ûkraynayê pêk anîn bi qîmet û girîng e.

Zelensky ji ber alîkariya Amerîkayê ya ji bo Ûkraynayê spasiya Amerîkayê kir û wiha got:

“Me bi Blinken û Austin re alîkariya berevaniyê, piştgiriya aborî û garantiyên ewlehiyê yên ji bo Ûkraynayê û xurtkirina cezayên li dijî Rûsyayê gotûbêj kir.”

Putin hêviya xwe ya bi rêya aştiyê dawî li şer wire winda kiriye

Li aliyekî din sê çavkaniyên cuda, ji rojnameya aborî a Financial Times a Brîtanyayê re axivîn.

Çavkaniyan diyar kirin ku Putin ji leşkerên rûsî xwestiye ku li şûna peymana aştiyê, zêdetir herêmên Ûkraynayê kontrol bikin.

Back to top button