HPG: 19 leşkerên artêşa Tirk ya dagirker hatin kuştin

HPG’ê bi daxuyaniya rojane, têkildarî şerên li herêmên Zap û Avaşînê, agahî bi raya giştî re parve kirin.
Li gorî vê,Di encama bersivdayîna hêzên gerîlla de 19 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.
Her wiha dronek ket xwarê û derb li 6 helîkopteran jî hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encama şerê li hin qadên berxwedanê yên Avaşîn û Zapê eşkere kir.

Navendê diyar kir ku çalakiyên tîmên gerîlla yên bi tevger bi awayekî serkeftî dewam dikin û ev agahî dan:

Li Herêma Avaşînê;

21’ê Nîsanê dema dagirkeran hewl dan çeperên şer ên Qada Werxelê biteqînin û pergala kamereya şopandinê bicih bikin, gerîlla li dijî wan çalakiya sekvaniyê pêk anîn.

Li vir 2 leşker hatin kuştin.

23’ê Nîsanê leşkerên artêşa Tirk bi teqemeniyan êrişî çeperên şer ên Qada Werxelê kirin.

Paşê hewl dan pêş de werin, lê hêzên gerîlla li hemberî wan bûn asteng.

Heman rojê dîsa li qada Werxelê, piştî bombebaranê, artêşa dagirker xwest bi helîkopteran leşkerên xwe deyne.

Di ecama bersivdayîna gerîlla de derb li 2 helîkopteran hate xistin û neçar man ji herêmê dûr bikevin.

Dîsa 23’ê Nîsanê hêzên dijmin qadên Girê Rûbar, Girê Cûdî, Şehîd Kendal, Şehîd Yûnûs û Şehîd Zagros bombebaran kirin.

Paşê xwestin bi helîkopteran leşkeran deynin qadê.

Li vir jî gerîlla derb li 4 helîkopterên Skorsky dan.

Li Herêma Zapê;

22’ê Nîsanê li Girê Armanc ê Qada Çiyayêreş, gerîllayên YJA Starê ji nêz ve li dagirkeran dan.

Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin û dorenk hate xistin.

23’ê Nîsanê li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Cûdî çalakiyên sabotajê pêk hatin û di encamê de herî kêm 3 dagirker hatin kuştin.

Heman rojê danê sibê artêşa Tirk xwest ji bejahî têkeve çeperên şer ên Qada Şikefta Birîndaran.

Gerîlla li dijî wan çalakiyên bi bandor pêk anîn û di encamê de 10 dagirker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Heman rojê dagirkerên ku xwestin li Girê Rûbar bi cih bibin, bûn armanca sekvanên gerîlla.

Li vir jî leşkerek hate kuştin.

Danê şevê jî helîkopterên dijimin xwestin li Girê Rûbar û Girê Şehîd Kendal dakevin.

Lê ji ber bersivdayîna gerîlla neçar man ji qadê dûr bikevin.

Li Girê Şehîd Şahîn jî di çalakiya gerîlla de leşkerek hate kuştin.

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk bi teqemenî û çekên kîmyewî çeperên şer ên Girê Şehîd Cûdî, Kurêjahro bombebaran kirin.

Her wiha di navbera 22 û 24’ê Nîsanê de gelek qadên herêma Zap ji aliyê balafirên şer ve hatin bombebarankirin.

Back to top button