Ajansa Mezopotamya: Artêşa Tirk 80 cenazeyên leşkerên xwe şandin Enqerê

Hêjmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk di êrişên li dijî qadên Gerîla de pir zêde ye..
Hat ragihandin artêşa Tirk 80 cenazeyên leşkeran birine Geverê û ji wir jî bi riya balafiran şandine Enqereyê.

Dewleta Tirk di 17’ê nîsanê de bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê dest bi êrişê kiribû.

Di encama berxwedana Gerîla de heta niha gelek leşkerên Tirk hatine kuştin.

Li gorî ajansa Mezoptamiya ku xwe dispêre çavkaniyên ji herêmê;

4 roj berê cenazeyên 80 leşkeran anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Gever a Colemêrgê û paşê ev cenaze bi riya Balafirgeha Selahedîn Eyubî ya Geverê şandine Enqereyê.

Leşkerên birîndar jî li nexweşxaneya li herêma Oremarê hatiye avakirin tên dermankirin.

Ji ber hêjmara leşkerên artêşa Tirk ên birîndar û kuştin zêdeye, ew derbasî Nexweşxaneyên Dewletê yên Çelê û Colemêrgê kirine.

Back to top button