Pêşmergeyên Dêrîn: Her hêzek li gel Tirkiyê cih bigire ew ne Kurd e

Li Başûrê Kurdistanê nerazîbûn û bertekên li dijî êrişên dewleta Tirk û hevkariya PDK zêde dibin. Li dijî êrişan pêşmergeyên dêrîn nerazîbûn nîşan dan û şêniyên Silêmaniyê jî meşek pêk anîn. Nivîskar û Mamostayên Zanîngehê yên Başûrê Kurdistanê jî diyar kirin ku bêdengiya li dijî êrişên dewleta Tirk xiyaneta nîştimaniye.

Li Başûrê Kurdistanê nerazîbûn û bertekên li dijî êrişên dewleta Tirk û hevkariya PDK zêde dibin.

Pêşmergeyên Dêrîn ên Başûrê Kurdistanê jî li dijî êrişan û hevkariya PDK’ê derketin.

Cîgirê Serokê Şaxê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn a Silêmaniyê Hemereşîd Qeredaxî ji hemû hêzên Kurdistanê xwest ku pêşiya êrişan bigirin û qebûl nekin.

Berpirsê Şaxê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn a Kerkûkê Ibrahîm Mihemed jî dibêje:

“Her kesê ku van êrişên Tirkiyê baş bibîne, ew ne Kurd e.”

Pêşmergeyê Dêrîn ê li Helebçe Mam Feyruz jî anî ziman “Tirkiye ji hemû dijminan xerabtir e û yên hevkariya wê jî dike, jê xerabtir e.”

Şêniyên Silêmaniyê li dijî dagirkeriyê çalakiyek pêk anî

Li Silêmaniyê jî bi pêşengtiya jinan li dijî êrişên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê çalakiyek pêk hat.

Di çalakiyê de hevkariya PDK’ê hat şermezarkirin û berxwedana gerîla hat silavkirin.

Nivîskar û mamosteyên Başûrê Kurdistanê: Bêdengiya li hemberî êrişên Tirkiyê xiyaneta li welat e

Têkildarî êrişên dewleta Tirk yên li dijî Başûr û hevkariya PDK’ê Nivîskar û Mamostayên Zanîngehê yên Başûrê Kurdistanê jî bertek nîşandan.

Mamostayê Zanîngeha Selahedînê ya li Hewlêrê Qasim Merzanî diyar kir dewleta Tirk bi wan cihên ku PDK lê ye, li ser xaka herêmê êrişan dike.

Merzanî bêdengiya hêzên siyasî ya li beramberî êrişan weke xiyaneta li welat pênase kir.

Nivîskar û Rojnameger Star Baqî jî li ser mijarê axivî û diyar kir divê hikûmeta Başûr hevkariya dagirkeriyê neke

Star Baqî destnîşan kir ku metirsiya şerê Kurd bi Kurd heye û got:

“Divê gelê Kurd şiyar be. Pêkhatina şerê Kurd bi Kurd, bi me bide windakirin û wê dijmin bi serbikeve.”

Mamostayê Zanîngeha Poleteknîk a Silêmaniyê Şerko Mihemed Emîn jî anî ziman dewleta Tirk xaka Başûrê Kurdistanê di her warî de dagirkiriye.

Şerko bi tundî desthilata Başûrê Kurdistanê rexne kir û diyar kir ku bi ti awayî di xema welat de nîn in û berjewendiyên malbatî, li ser berjewendiyên gelê Kurd digirin.

Back to top button