Li Pekînê metirsiya Covid-19 berê gel da supermarketan

Li Çînê careke din, metirsiya Covid-19 xwe daye der. Ev 4 heftene li herêma Şenghayê biryara derneketina derve di meryetê de ye. Welatiyên li paytext Pekînê jî bi tirsa ku wê ev biryar li ser wan jî were ferzkirin ketine panikê. Ji ber vê yekê xelkê berê xwe da super marketan.

Ji despêka meha nîsanê ve, ji bo pêşîgirtina li pêla Omicron li bajarê Şenghay yê Çînê biryara derneketina derve hat dayîn.

Ji ber zêdebûna pêketiyan li paytext Pekînê ev metirsi li wir jî belav bûye.

Li nava paytextê testên Covid-19 yên giştî despê kiriye.

Welatî di nava panîkê de berê xwe dan supermarketan.

Vê yekê di bazara giştî ya gerdunî de jî xwe da hîskirin.

Bihayên neftê li çaraliyê cîhanê û bandorbûna covid-19 ya li Çînê careke bû sedemê ku nirxê enerjiyê ji sedî 5 kêm bibe.

Back to top button