Artêşa Iraqê bi hejmareke mezin ji tank, top û gelek leşkeran ji Mûsilê derbasî Şengalê û hin gundên derdora wê bû.
Îro di saetên nîvro heya saetên ber bi êvarê ve, li Şengalê liv û tevgereke berfireh a artêşa Iraqê çêbû. Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin ev hêz ji Mûsilê ber bi Şengalê ve hatiye.
Beşeke ji vê hêza leşkerî li baregeha artêşê ya navenda Şengalê û beşek jî li xeta gundên Sikêniyê û Heyalê ku dikeve başûrê Çiyayê Şengalê bi cih bûne.
Hêza artêşê xwe bi giranî li baregehên leşkeri bicih kirine û heya niha şer an jî pevçûn rûnedaye.
Li gor agahiyên ji herêmê hatine girtin, hêzeke artêşê jî tevî çek û cebilxaneyên xwe çûye ser sînorê Şengal û Rojavayê Kurdistanê.
Tevî hemû hewldanên çareserkirina aloziya heyî jî, liv û tevgera artêşa Iraqê berdewam dike.
Ev gava artêşa Iraqê bi armanca şikandina rêveberiya Şengalê ya xweser bi hejmareke zêde ya leşkeran, wesayîtên zirxî, tank û obusan kete navenda Şengalê.