Bi sedan şêniyên Kobanê û Tebqayê bi merasîmekê şehîdên ku di meha Adar û Nîsanê de di dem û cihên cuda de şehîd bûne, bi bîr anîn.
Malbatên şehîdan, endamên partiyan, saziyên sivîl û leşkerî tevlî merasîma bîranînê bûn.
Merasîm li goristana şehîdan a li rojavayê Tebqayê li dar ket.
Di merasîmê de, malbatên şehîdan mûm li pêşiya wêneyên şehîdan pêxistin.
Her wiha di merasîmê de gelek axaftin hatin kirin û kesên axivîn gotina: “Armanca rastîn jî, têkbirina projeya neteweya demokratîk e ku rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye.”
Di dawiya merasîmê de, sînevizyonek têkildarî wêneyên şehîdan hat pêşandan.
Bi sedan şêniyên kantona Kobanê û endamên saziyên sivîl, leşkerî û nûnerên partiyan li goristana şehîd Dîcle kom bûn û 102 şehîdên meha Nîsanê bi bîr anîn.
Her wiha di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Gêlo Elî axivî û got: “Dijmin çi bike dê nikaribe îradeya me bişkîne, heta ku xayin jî bi wan re bibin alîkar.”
Merasîm bi vêxistina mûman li ser gorên şehîdan bi dawî bû.