Revandin, şewitandin û kuştin rêbazên sereke yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Îxwan El-Musilmîn in ku faşîzma AKP serpereştiya wan dike. Li Efrînê ew rêbaz bi hovîtî dewam dikin, li her navçeyekê awayekî binpêkirinan tê kirin. Îro jî, li Şêrewa revandin, li Bilbilê û Cindirêsê şewitandin û li Reco jî kuştin hebû.
Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê cûreyên binpêkirinên xwe li dijî Kurdên li Efrînê dewam dikin.
Çeteyên bi navê Fasîl El-Hemza xortek ji gundê Basûtê yê navçeya Şêrewa revand.
Xortê bi navê Elî Zekî Betal ê 38 salî, ji aliyê komek girêdayî Fasîl El-Hemza ku rûyê wan veşrtî bû, hat revandin.
Hat zanîn ku Elî Zekî Betal bavê 3 zarokan e û bazirganê sebze û fêkiyan e.
DAGIRKERIYA TIRK AGIR BI DARISTANÊN BILBILÊ Û CINDIRÊSÊ XIST
Li aliyekî din, çeteyên dewleta Tirk a dagirker agir bi daristanên navçeya Bilbilê xistin.
Li navçeya Cindirêsê jî, çeteyan daristanên navbera herdu gundên Hec Hesna û Tetera şewitandin.
Hejayî bîrxistinê ye, şewitandina daristan û zeviyên çandiniyê li Efrînê 15 Gulanê dest pê kir.
ÇETEYÊN DAGIRKERIYA TIRK 2 XORTÊN NAVÇEYA RECO KUŞTIN
Her wiha çeteyên faşîzma AKP kiryarên kuştina sivîlan jî dewam dikin.
Di vê der barê de, Henan Henan Hisên ê 35 salî û Ebdul-Rehman Bilal Şêx Omer ê 36 salî li ber riya diçe navçeya Mabata, kuştî hatin dîtin.
Tê zanîn ew herdu xort ji gundê Şêx ê navçeya Reco ne.
Çavkaniyên ji gund gotin ku herdu xort di firotina sebzeyan de kar dikirin.
Ji ber pirbûna hejmara çete û malabtên wan ên ji Idlib û Hemayê, rêjeya kuştina Kurdan bilind bûye.