Şêx Star Hilo: Divê hêzên Tirkiyê bi temamî ji xaka Iraqê derkevin

Serokê Meheba El Sabî’a El Menda’yîn Şêx Star Cebar, Pêşmergeyên Dêrîn ên Hewlêrê û Oldarên Başûrê Kurdistanê li dijî êrişên Tirkiyê û hevkariya PDK’ê nerazîbûnên xwe anîn ziman û banga vekişandina hêzên Tirkiyê ji Iraqê kirin.

Êrişên dewleta Tirk li dijî gerîla li herêmên Parastina Medyayê dewam in û nerazîbûnên li idjî van êrişan zêde dibin.

Serokê Mezheba El Sabîa El Mendayîn Şêx Star Cebar li dijî êrişan nerazîbûn nîşan da.

Şêx Star got:

“Em qebûl nakin ku xaka Iraqê bibe qada nakok û çareserkirina hesaban.

“Divê Tirkiye tevahî hêzên xwe ji xaka Iraqê vekişîne û rêzê ji serweriya wê re bigire”

Pêşmergeyên Dêrîn: Divê PDK li himber van êrişan xwedî helwest be

Pêşmergeyê Dêrîn ê Hewlêrê Ferhad Qadir jî dibêje:

“Nabe berpirsên Başûrê Kurdistanê li dijî binpêkirinên dewleta Tirk bêdeng bimînin.

Divê helwesta xwe nîşan bidin.”

Pêşmergeya Dêrîn a Hizba Şuî Kurdistan Rêwas Ehmed jî tekez kir divê pêşî li êrişên Tirkiyê were girtin.

Oldarên Başûrê Kurdisatanê: PDK ne dilsozê gel û welat e

Oldarên Başûrê Kurdisatanê jî heman helwestê nîşan didin.

Mela Behcet San Ehmed, da zanîn ku hertim di plana dagirkeran de dagirkirina Kurdistanê heye.

Mela Ebdulkerîm Kanî Sêfî jî dibêje:

“Berpirsên Başûrê Kurdistanê qet ne dilsozên gel û welat in.”

Back to top button