Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê: Divê gel li hemû qadan dengê berxwedanê bighîne her kesî

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku li dijî van êrişên tunekirinê, her mirovek dikare tiştekî bike û bang li gel kir ku dengê berxwedanê bighînin her kesî.
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê jî bang li jinan kir ku li dijî êrişan biherikin qadan.

Ji bo êrişên Tirkiyê ên li dijî Başûrê Kurdistanê, Denîz Kaya li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re di vî şerî de û ev hat gotin:

“Mîna êrişên beriya niha, di vê êrişê de jî Tirkiyê bi rêya têkiliyên xwe yên kûr ên bi PDK’ê re hewl dide wê tevlî vî şerî bike.

PDK’ê xwe radestî Tirkiyê kiriye, wiha lê hatiye ku her gotinên wê pêk tîne.

Hevdîtina Mesrûr Barzanî Erdogan mînaka vê ye.

Ev wêne mînaka şênber a hevkarî, koletî û teslîmbûna mala Barzanî ye.”

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê anî ziman ku li dijî van êrişên tunekirinê, her mirovek dikare tiştekî bike û dawiyê ev bang kir:

“Em bang li ciwanan dikin ku tevlî nava refên gerîla bibin.

Divê gelê me li qadan û kolanan dengê berxwedanê bigihînin her kesî.”

TJK-E: Li dijî êrişan divê jin dakevin qadan û çalakiyan li dar bixin

Li dijî heman êrişan û hevkariya PDK’ê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê TJK-E jî daxuyaniyek da.

TJK-E diyar kir ku ev êriş operasyona jinûve dagirkirina Kurdistanê ye û got:

”Ev êrîşên faşîst wê ji aliyê gelê me ve bên pûçkirin.

Çawa ku li dijî DAIŞ’ê berxwedaneke mezin hat nîşandan, wê li dijî Erdogan jî heman berxwedanî were kirin.”

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê dawiya daxuyaniya xwe bang li jinên Kurd ên li Ewropayê kir ku li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk dakevin qadan û çalakiyan li dar bixin.

Back to top button