Meclisa Tenduristiyê: Êdî derman li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi dawî dibin

Hikumeta Şamê dorpêça xwe li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê girantir dike û êdî derman jî nema derbas dibin.
Meclisa Tenduristiyê ya herdu taxan hişyarî da ku dermanxane êdî ji dermanan vala dibin.

Hevseroka Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Leyla Hesen ragihand demek e pêdiyên weke xwarin, sotmenî, ard û derman derbasî herdu taxan nabin.

Leyla Hesen hişyarî da ku hêzên Hikûmeta Şamê nahêlin dermanê zarokan, dermanê nexweşên dil û nexweşiyên giran derbas bibin û got:

“Êdî derman li dermanxaneyan namîne û nexweşên ku dermanên wan tune ne, rewşa wan xerab e.”

Wekî din Leyla Hesen got ku dermanên heyî ji ber dorpêçê buha ne û guhertina rewşa hewayê jî dihêle ku nexweşî zêde bibin.

Back to top button