Dewleta Tirk êrişî bargeheke Heşda Şebî ya li Başîqa kir

Artêşa Tirk a dagirker baregeheke hêzên Heşd Şebî ya li nêzî bajarokê Başîqa bombebaran kir.

Ajansa Rojnews’ê ragihand vê sibehê dewleta Tirk bi du balefirên bê mirov li bajaroka Başîqa ya ser bi Musilê ve baregeheke hêzên Heşda Şebî bombebaran kir.

Der barê ziyanên êrişê de heta niha daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.

Lê hat ragihandin di encama êrişê de birîndar hene û hin erebeyên leşkerî jî zerer dîtine.

Heta niha Heşda Şebî li ser êrişê ti daxuyaniyek fermî nedaye.

Back to top button