Çeteyan 4 welatî ji navçeyên Bilbilê û Şêrawa revandin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê li Efrînê roj bi roj zêde dibin.
Çeteyan 4 welatîyên din ji navçeyên Bilbil û Şêrawa revandin.
Welatiyekî ku şerê di navbera çeteyan de birîndar bibû jî jiyana xwe ji dest da

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê dijî welatiyên ku li Efrînê mane bê navbera dewam dikin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, çeteyan herî dawî 4 welatî ji navçeyên Bilbil û Şêrawa revandin.

Navên kesên hatine revandin, Menan Bilal Hemû yê 40 salî, Diyan Bilal Hemo yê 30 salî û Remzî Şêx Hemo yê 27 salî ne.

Her sê welatî ji gundê Dîkê yê navçeya Bilbilê ne.

Heta niha aqûbeta 3 kesên hatine revandin ne diyar e.

Her wiha li gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawa jî welatiyê bi navê Reşîd Mihemed Ebdo yê 31 salî hate revandin.

Hat diyar kirin Reşîd Ebdo beriya çend rojan ji koçberiyê vegeriyabû Efrînê.

Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Bakurê Sûriyê:Çeteyan ji destpêka salê heta niha 225 welatî revandine

Li gorî ku Navenda Belgekirina Binpêkirinên Li Bakurê Sûriyê belge kirin, tenê ji destpêka salê heta niha, çeteyan 225 welatî ji Efrînê revandine.

Welatiyekî ku di encama şerê di navbera çeteyan de birîndar bû jiyana xwe ji dest da

Welatiyê temenmezin yê bi navê Beyrem Mamo yê 80 salî jî ku beriya demekê ji ber şerên di navbera çeteyan de bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.

Çeteyan li navenda Efrînê 2 malên welatiyan firotin, 2 malên din jî desteser kirin

Tevî sûc û hovityên ku tên kirin çete malûmilkên welatiyên ku ji Efrînê koçber bûne talan dikin û difiroşin.

Çeteyan 2 mal li taxa Eşrefiyê ya navenda Efrînê ku berê desteserkiribûn firotin, her wiha 2 malên din li heman taxê desteser kir.

Back to top button