DYA û YE daxwaza berdana kavala kirin

Karsaz Osman Kavala bi darê edaletê yê di destê Erdogan de wê heta heta girtî bimêne.
Tevî Kavala 18 sal ceza li gelek kesên din yên di bûyera Parka Geziyê de jî hatin birîn.
Li dijî biryarê DYA û YE bertek nîşan dan û daxwaza berdana kavala kirin.

Di danişîna biryarê ya doza Parka Geziyê ceza hat birîn.

Doh cezayê muebeda girankirî li karsaz Osman Kavala hat birîn.

Her wiha 18 sal cezayê hepsê jî li Can Atalay, Mucella Yapici, Çîgdem Mater, Mîne Ozerden, Tayfun Kahraman, Hakan Altin û Yîgît Ekmekçî hat birîn.

Ev kesên tevli danişînê bûbûn li eywana danişînê hatin girtin.

Raportorê Daîmî yê Tirkiyê yê Parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez Amor û Serokê Delegasyona Parlamentoya YE-Tirkiyê Sergey Lagodinsky bertek nîşanî cezayê muebbetê yê girankirî yê ji bo Kavala dan.

Amor û Lagodinsky bi daxuyaniyeke nivîskî gotin:

“Ev biryara xemgîn a 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi eşkereyî li dijî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ye.

Hat diyarkirin ku di bûyerên binpêkirinan de wê encamên wê derkevin holê.

Li hemberî biryara Kavala yê ji aliyê DYA’yê ve jî bertek hat.

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê ji bo berdana Kavala bang li Tirkiyê kir û diyar kir ku ev biryar “bêhêvîbûneke kûr” çêkiriye.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî diyar kir ku cezayê heta hetayê yê li Kavala hatiye dayîn “derbeyeke giran li mafên mirovan e”.

Osman Kavala ku ji doza hewldana derbeya 15’ê Tîrmehê û bûyerên Parka Geziyê dihat darizandin, bi îdiaya “hewldana hilweşandina hikûmetê” cezayê muebbetê yê giran xwar.

Rêxistinên mafên mirovan îdia dikin ku Kavala bi delîlên pûç tê darizandin.

Doza Kavala, di qada navneteweyî de jî ji nêz ve tê şopandin.

Konseya Ewropayê ji ber ku Tirkiye biryarên DMME bi cih neaniye û daxwaza berdana Kavala dike, doz vekir.

Li aliyê din pêvajoya binpêkirinê ya ku ji aliyê Konseya Ewropayê ya ji 47 endaman pêk tê hatiye destpêkirin, dibe ku bibe sedema rawestandina mafê dengdanê yan jî endamtiya Tirkiyê ya li Konseya Ewropayê.

Back to top button