Partiyên siyasî êrişên Tirkiyê şermezar kirin û bang li Civata Navnetewî hat kirin

Partiyên Rojavayê Kurdistanê bertekên tund nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûr, Şengalê û rojavayê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê dan..
Hat gotin, dewleta Tirk dixwaze hemû desteftiyên kurdan ji holê rake û bang li Civata Navnetewî hat kirin ku li dijî êrişan helwestê nîşan bidin.

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov yên bi çek û bi topbaranê êrişên xwe yên hovane li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne..

Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê êrişên dagirkeran de ji ANHA re axivin û bertekên tund nîşan dan..

Hevserokê Partiya Komarê ya Kurdistanê-Sûriyê Bekir Îsa diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst bi êrişan dixwaze rewşa Rojava tevlîhev bike û aramiya wê xirab bike..

Bekir Îsa anî ziman ku li hember van sucên dewleta Tirk, hêzên mîna Amerîka û Rûsya bi bêdengiya xwe hevkarin û got:

“Tevî hemû cureyên êrişan, gel nema tê şikandin û qirkirin, bila bizanibe dem ne dema berê ye û Kurd ne Kurdên berê ne.”

Nûnera Hevbeş a Partiya Nûjen li Sûriyê Heyfa Mehmûd jî balkişand ser êrişên li ser herêmê bi taybetî êrişên ku bi balafirên bê mirov ên bi çek tên kirin û wiha got:

“Em vê kiryarê wek kiryareke terorî dibînin. Dewleta Tirk ji belavbûna tecrubeya Rêveberiya Xweser li Tirkiyê bi fikar e.”

Heyfa Mehmûd diyar kir ku dagirkeriya Tirk sucên şer dike, lê heta niha tu alî dengê xwe dernaxin û ev bang kir:

“Koalîsyona Navneteweyî divê rê li êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigire.”

Partiyên Herêma Efrînê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezarkirin

Partiyên Herêma Efrînê jî bertek nîşanî êrişên dagirkeriyê yên li ser herêmê dan.

Li ser navê partiyên siyasî yên li Şehba bi amadebûna endamên partiyan, nûnerên yekitiyan û saziyên sivîl daxuyanî hat dayîn…

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk bi êrişên li ser başûrê Kurdistanê ne tenê tunekirina PKK’ê, hebûna kurdan dike hedef..

Her wiha bang li PDK’ê hat kirin ku fêm bike, eger dewleta Tirk li dijî gerîla bighêje encamê, wê hemû destketiyên kurdan bikevin xeteriyê.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rojava, Başûr û Şengalê hatin şermezarkirin û bang li Civata navneteweyî hat kirin ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bike da ku êrişên xwe yê li dijî Kurdan û gelên herêmê bi dawî bike.”

 

Back to top button