Zeyneb Olbecî: Di dibistanan de hebûna me bi qurbana hebûna Tirkan dihat kirin

Rûniştina 12’emîn a Doza Kobanê ku 21 jê girtî 108 siyasemedar û endamên HDP’ê ji ber li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê derketibûn têne darizandin, di roja 2. de li bajarê Tirkiyê Enqereyê hat dîtin.

Gelek rêveber û parlamenterên HDP’ê û parêzer tev li rûniştinê bûn.

Endama HDP’ê ya berê Zeynep Olbecî ku ji dozê tê darizandin di rûniştina îro de li ser ziman û çand nirxandin kir.

Zeynep Olbecî diyar kir ev parastina wê ya dawî be, ger di demên pêş de delîlên nû derkevin holê dê dîsa parastina xwe bike.

Zeynebê bal kişand ser dijminahiya dewleta Tirk ya li beramberî gelê Kurd û zimanê wê û diyar kir polîtîkayên înkarê yên bi sedsalan dewam dikin.

Zeyneb Olbecî sedema helwesta ku heyeta dadgehê dispêre wan jî prisî û got ev helwest ji Fermana Islahatê pir cudatir nîne.

Dawî Siyasetmedara Kurd Zeyneb Olbecî anî ziman wê di biçûkatiya xwe de ji ber bi tirkî nizanibûye gelek caran lêdanê xwariye û got:

“Di dibistanan de her sibeh hebûna me bi qurbana hebûna tirkan dihat kirin.”

Back to top button