
Bombekirina herêma navbera Idlib û Hema di roja xwe ya 41’an de dewam dike.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku di encama bombekirina balafirên Rûsyayê li ser bajarê Xan Şêxûnê de, 4 kes mirin.
Çavdêriyê got, şevê din heya serê sibehê 26 êrîşên ezmanî pêk hatine.
Êrîş li dijî bajarên Xan Şêxûn û Temani’a yên başûrê Idlibê û Keferzîta yên bakurê Hemayê pêk hatin.
Her wiha hilîkopterên rêjîmê 27 bermîlên teqemeniyê bi ser bajarên Abdîn, Hibît, Rekaya û Xan Şêxûn ên başûrê Idlibê berdan.
Li aliyê din, hêzên rêjîma Sûrî jî 190 moşek avêtin herêmên Latamne, Keferzîta û Latmîn ên bakurê Hemayê.
Li taxa Zehra’a ya rojavayê Helebê û gundên Hedadê, Tifehiyê û Kebanê yên Lazqiyê jî şer rû da.
Di encamê de, 27 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.