Li dijî êrişan li Hewlêrê xwepêşandan hat lidarxistin

Li bajarê Hewlêrê jî xwepêşandanek li dijî êrişên dewleta Tirk ya dagirker a li ser başûrê Kurdistanê pêk hat. Hêzên PDK’ê jî hewldan xwepêşandanê asteng bikin.

Xwepêşandan bi pêşengiya Hizba Komunîsta Kurdistanê, Hizba Şîu, Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê û Bizûtneweya Demokratîk a Gelê Kurd li ber Nûnertiya NY pêk hat.

Di xwepêşandanê de, dirûşmeyên, “Terorîst Erdogan, Derkevin li ser xaka me, Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava yek armanc û yek xebat” û gelek dirûşmeyên din hatin berz kirin.

Hate diyarkirin ku hêzên PDK’ê hewl dan pêşî li xwepêşandanê bigirin û êrişî çalakgeran kirin, lê çalakgeran guh nedan astengiyan û xwepêşandan kirin.

Çalakgeran bang li NY kir ku pêşî li êrişên dewleta Tirk bigire û bi vê armancê daxwaznemeyek pêşkêşî NY hate kirin.

 

Back to top button