Meclisa Jinê ya Malbatên Şehîdan a Helebê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Herêmên Parastinê yên Medyayê û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re bi daxuyaniyekê şermezar kirin.
Daxuyanî li navenda meclisê ya taxa Şêxmeqsûd bi amadebûna bi dehan endaman hat xwendin.
Di daxuyaniyê de ev hat gotin: “Dewleta Tirk a faşîst bi hemû hêza xwe hewl dide destkeftiyên gelê me têk bibe.
Vê dawiyê êrişî nuqteyên gerîlayan ên li Başûr kir û tê de çekên pêşketî û yên giran bi kar anî..
Her wiha bang li tevahî Kurdan hat kirin ku seferberî ragihînin, êrişên artêşa Tirk a dagirker şermezar bikin.
Di dawiya daxuyaniyê de berxwedana gerîlayan hat silavkirin û gotin: “Em di wê baweriyê de ne ku wekî her car wê îradeya gerîla bi ser bikeve.”