Kazimî biryara têkildarî qaymeqamtiya Şengalê betal kir

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî biryara xwe ku Waliyê Nînowa Necim Ciburî ji bo rêveberina karê qaymeqamtiya Şengalê erkdar kirîbû betal kir.

Berdevkê Walîtiya Nînowa Reid Ebas doh bi daxuyaniyekê ragihandibû ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, Waliyê Nînowa Necim Ciburî ji bo rêveberina karê qaymematiya Şengalê erkdar kiriye.

Piştre Berdevkê Walîtiya Nînowa Reid Ebas bi daxuyaniyek din ragiyand ku Kazimî ev biryara xwe betal kiriye.

Azad Hisên: Hikûmeta Iraqê li Şengalê tevliheviyan derdixe

Li aliyekî din jî Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Azad Hisên dibêje:

”Hikumeta Iraqê berpirsa derxistina tevliheviyan li Şengalê ye.

Azad Hisên anî ziman ku eger ne ji berxwedana êzîdiyan û projeya Rêveberiya Xweser bûya, ala Iraqê li Şengalê nedihat hildan.

Back to top button