Duran Kalkan: Eger dijmin li Zapê bi ser bikeve wê dora Başûr, Şengal û Rojava were

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan wate û armancên êrişa 17’ê Nîsanê bi van gotinan pênase kir:
Li holê tiştekî navê wê operasyon tine ye. Ya têkirin û êrişa li dijî Ukraynayê zetertir e.
Êrişa qirkirina û dagirkirinê he.
Faşîma AKP-MHP yan wê bi êrişê temenê xwe dirêj bike, yan jî wê li Zapê têk biçe û hilweşe.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan armanca tevgera dagirkeriyê ya 17’ê Nîsanê û hevkariya PDK’ê, hêzên navneteweyî û herêmî ji ANF’ê re nirxand.

Kalkan anî ziman ku êrişa li dijî Zap û Avaşînê bicihanîna plansaziya sala 2008’an e û got:

Wê demê dixwestin ku ji navendê li sîstema kontrolê ya fermandariya gerîla bixin.

Êrişa niha ya li ser Zap û Avaşînê jî xwedî heman armanc e.

Eger li vê derê bi ser bikevin wê hewl bidin baregehên gerîla ji holê rakin.

Bi vî rengî plan dikin ku piştî PKK’ê berê xwe bidin rêxistinên din ên Kurd.

Destketiyên li Başûr, Rojava û Şengalê di hedefa êrişên dagirkeriya Tirk de ne.

Bê goman eger qirkirina Kurdan bi vî rengî temam bibe, dor wê vê carê bê Ereban.

Bi vî awayî wê hewl bidin li ser bingeha siyaseta ‘Osmaniya Nû’ Erebistanê bixe bin kontrola Tirkiyê.

Duran Kalkan: Tevgera li dijî Zapê, êrişa qirkirina gelê Kurd e

Duran Kalkan ragihand ku dewleta Tirk bi piştgiriya Amerîka, NATO û PDK’ê dest bi êrişê kiriye û wiha dewam kir:

Niha hewl didin êrişê mîna ku operasyoneke ji rêzê be nîşan bidin.

Li holê operasyon nîne, ji êrişa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê girantire.

Êrişa dagirkerî û qirkirinê heye. Rewşeke metirsîdar a şer heye.

Faşîzma AKP-MHP’ê demeke dirêj xwe ji bo êrişeke bi vî rengî re amade dikir.

Li gel destûra ku ji NATO’yê wergirtin, bi rêveberiya Iraq û PDK’ê jî lihev kirin.

Ya rastî, Amerîka û PDK ji bo êrişeke bi vî rengî, dewleta Tirk sor dikin.

Niha rêveberiya Iraq dem bi dem weke ku li dij e xwe nîşan dide, lê belê polîtîkaya wê ya li ser Şengalê, nîşan dide ku ew bixwe jî di nava vî karî de ye.

Duran Kalkan: PDK ji her alî ve destekê dide tevgera dagirkeriyê

Kalkan anî ziman ku tevgera dawî ya li dijî Zap’ê dişbe êrişa14’ê Gulana 1997’an û got;

Wê demê PDK’ê ji Başûr destek da êrişê. Niha jî heman tiştî dike.

Her çendî PDK’ê îdîa dike ku tiştek wiha tine ye jî lê belê qereqolên dewleta Tirk û PDK’ê li her cihî li kêleka hev in.

Navendên MÎT’ê, ji aliyê hêzên PDK’ê ve têne parastin.

Bi wesayit û kincên hêzên PDK’ê leşkerên Tirk têne veguhastin.

Di şerê 2008’an ê Zapê de rewş ne bi vî rengî bû.

Wê demê PDK jî li ber rabû bû. Gelê Kurd li Amediyê, Bamernî, Şêladizê li ber tankên dewleta Tirk sekinî, nehişt ku tevbigere.

Lewma artêşa Tirk xwest ji Bakur ve bi dizî xwe bigihîne herêmê û Şikefta Birîndara bi dest bixe.

Lê niha PDK’ê bi temamî qada Başûr li dewleta Tirk vekiriye.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê diyar kir ku li hemberî vê plana mezin da girkeriyê, berxwedaneke dîrokî tê meşandin û wiha dewam kir:

Duran Kalkan: Gerîlla di asteke pisporî de li ber xwe dide û wê bi ser bikeve

Gerîlla bi lehengî li ber xwe didin. Yanî em ji vê re amade bûn. Êrişa heyî ya dewleta Tirk surprîz nebû, em li bendê bûn.

Me weke tevgerê xwe amade dikir.

Gerîlla ji berxwedana 2021 û pêvajoyên beriya niha ders wergirt û li gorî wê tevdigere.

Niha di asteke pisporî şerê tîmên bi tevger tê kirin.

Helîkopteran nekarîn leşkeran deynin.

Gerîla amade ye, wê teqez encamê bi dest bixe, wê bi ser bikeve.

Back to top button