DEBOYÊN GENIM ÊN LI EYN ÎSA TIJÎ GENIM DIBIN

Depoyên genim ên navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî di destpêka meha Hezîranê de dest bi wergirtina genimê “Dokma” kir.

Depoyên Eyn Îsa dikarin 10 hezar ton genim bigre.

Piştî 8 rojan ji wergirtina genim, depoyên navçeyê heta niha ji sedî 70 rêjeya genim wergirtiye.

Rojane ji 800 heta 1000 ton genim werdigire.

Berpirsê depoyên navçeya Eyn Îsa Îsmaîl Bozan diyar kir ku ji ber depo tijî bûne wan wergirtina hilberînan sekinandin.

Bozan got, wan cotkarên navçeyê agahdar kirin ku hilberînên xwe sewqî depoyên Şerkerakê bikin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku li navçeya Eyn Îsa 3 depoyên genim hene ew jî depoyên li Eyn Îsa, Sexrat û Şerkerakê ne.

Leave a Reply

Back to top button