MEWLUT ÇAUŞOGLO LI HEWLÊRÊ BI MESRÛR BARZANÎ RE CIVIYA

Di demekê de ku artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe li ser Başûrê Kurdistanê zêde kirine, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, ji bo tevlî merasîma sundxwarinê ya Nêçîrvan Barzanî bibe, li Hewlêrê ye. Çavuşoglu beriya merasîmê bi Mesrur Barzanî, ku wekî namzetê serokwezîrê herêmê hatiye diyarkirin re, civiya.
Îro li Hola Seîd Ebdullah a Hewlêrê wê Nêçîrvan Barzanî weke serokê Herêma başûrê Kurdistanê sond bixwe û dest bi kar bike.
Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mewlut Çauşoglu ji bo tevlî merasîma sondxwarinê bibe, li Hewlêrê ye.
Çavuşoglu ji aliyê serokê Herêma başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Qubat Telebanî ve hat pêşwazî kirin.
Piştî pêşwazîkirinê Çauşoglu bi Şêwirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî, ku ji aliyê PDK’ê ve wekî namzetê serokwezîrê herêmê hatiye diyarkirin re, civiya.
Serdana Çavuşoğlu di demekê ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê zêde bûne de pêk tê.
27’ê Gulanê jî, roja ku hilbijartina serokê herêma başûrê Kurdistanê li parlamentoyê pêk dihat, artêşa Tirk êrîş li dijî herêma Xakurkê dabûn destpêkirin.
Di heman rojê de Serokomarê Iraqê Berhem Salih çûbû Tirkiyê, Çavuşoglu jî, li Nêçîrvan Barzanî geriyabû û ew pîroz kiribû.
Her wiha ji bo şopandina merasîma sûndxwarina Nêçîrvan Barzanî hemû dezgehên ragihandinê hatin vexwendin.
Lê tevî ku destûra wê ya şopandinê û belgeyên wê hebûn jî, rê nehat dayîn ku Rojnews di merasîma sondxwarinê de amade bibe.
Tê gotin ji ber Çavuşoglu jî tevlî merasîmê dibe, destura Rojnews nehatiye dayîn.
2017’an jî, dema Konsolosê Tirkiye yê Hewlêrê çûbû Helepçeyê nehiştibû ku Rojnews bernameyê bişopîne.
Konsol gotibû “Eger mîkrofona Rojnews li vir hebe, ez ji çapemeniyê re na axivim.”

Leave a Reply

Back to top button