HRE: LI EFRÎN Û EZAZÊ 7 LEŞKER Û ÇETEYÊN DEWLETA TIRK HATIN KUŞTIN

Hêzên Rizgariya Efrînê bi çalakiyên xwe yên bibandor derbên mirinê li artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê dide.
Çeteyên ku ji tirsa hêzên rizgariyê nav hev ketine, ji xwere li koxizkan digerin.
Belê Hêzên Rizgariyê bi çalakiyên xwe yên herî dawî li Efrîn û Ezazê derbek din a mirinê li çeteyan xist.
Hêzên rizgariyê ragihand ku di çalakiyna de 7 leşker û çeteyên dewleta tirk a dagirker hatine kuştin.
Hêzên rizgariya Efrînê li dijî dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê li her derê çalakiyan li dar dixin.
Hêzên rizgariyê çarçoveya çalakiyên xwe yên li dijî dagirkeriya dewleta tirk berfireh kir û vê carê tevî Efrîn li Ezazê jî çalaki pêk anîn.
Têkildarî çalakiyên ku hatine pêkanîn Hêzên rizgariya Efrînê daxuyaniyek nivîski da.
Li gorî daxuyaniya Hêzên Rizgariyê:
8’ê Hezîranê hêzên Rizgariyê çalakiyekî bi bandor li dij baregehekî artêşa dagirker a Tirk ya li gundê Meryemînê li navçeya Şera ya Efrînê pêk anî.
Di encamê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin, 5 leşker brîndar bûn.
Heman rojê hêzên Rizgariyê êrîş bir li ser baragehekî çeteyên Ehrar el-Şam li gundê Ebla yê bajarê Ezazê.
Di encamê de şer di navbera hêzên Rizgarî û çeteyan de rû da û çeteyê bi navê Mihemed el-Xetîb hat kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.
9’ê Hezîranê Hêzên Rizgariyê baragehekî çeteyên Cebha el-Şamiye ya li gundê Vêlat el-Qadî li navçeya Şera bi çalakiyekî kirin hedef.
Di çalakiyê de 4 çeteyên koma navborî hatin kuştin û 3 jî brîndar bûn.
Heman rojê Hêzên rizgariyê seyareyek leşkerî ku sotemenî ji bo baragehên çeteyan ên li gundê Meryemînê li navçeya Şera vediguhest bû hedefa hêzên rizgariyê.
Di çalakiyê de seyareya leşkerî teqiya, lê derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidesxistin.
Di tevahiya çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê de 7 leşker û çeteyên dewleta tirk a dagirker hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button