Birîtanya..Kesên bi rêyên ne fermî derbasî welat bibin wê bêne girtin

Birîtanya di mijara siyaseta li hemberî penaberan mohra xwe li biryareke wiha da ku rê li ber gelek nerazîbûnan vedike. Li gorî vê, Her koçberê ku ne fermî derbsî nava Îngilîstanê bûye, wê cezayê zindanê lê were birîn. Rêxistina Efû ya Navneteweyî ev biryar weke dijminahiya li gel biyaniyan binav kir.

Ji Tîrmeha 2021’an ve pêşnûmeya binav “Qanûna hemwelatî û sînoran” di rojeva hukûmeta Îngilîstanê de bû.

Her çendî naveroka pêşnûmeya rê li ber gelek nerazîbûnan vekir jî lê hukûmeta dest ji helwesta xwe berneda.

Û pêşnûme ket rojeva Civata Lordan.

Di enczamê de beramberî 157 denga, bi dengê 212 kesan hat pejirandin.

Li gorî vê,

Koçberên ku hewl bidin bi rêyeyên ne fermî derbasî nava axa Îngilîstanê bibin, wê cezayê zindanê li wan bê birîn.

Her wiha bêyî ku bêne agahdarkirin, welatîbûyîna mirovên ku kes û karên wan li welatên din hene dikare were betalkirin.

Eger biryar ji aliyê Melîke Elizabeth a Duyemîn ve were erêkirin, wê li seranserê welat fermî bibe.

Rêxistina Efû ya Navnetyeweyî: Biryara Civata Lordan dijminahiya li hemberî biyaniyan e

Li hemberî biryarê Rêxistina Efû ya Navneteweyî daxuyaniyek da.

Dîrektorê Koçber û Penaberan Steve Valdez-Symonds pêşnûme weke dijminahiya li hemberî biyaniyan binav kir û got; Ji bo wan kesên ku ji şer û zilmê direvin, rojeke bi êş bû.

Back to top button