HPG: LI Zap û Avaşînê 13 leşker hatin kuştin û derb li helîkopterekê hate xistin

Gerîllayên YJA Starê li herêmên Zap, Avaşîn û Xakûrkê, li hêzên artêşa Tirk dan. Li gorî agahiyên HPG’ê di çalakiyan de 13 leşker hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn. Her wiha derb li helîkopterekê hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniya rojane, encama çalakiyên gerîlla yên li dijî artêşa Tirk eşkere kir.

Li gorî vê;

26’ê Nîsanê gerîllayên YJA Starê komek dagirkerên li dora Qada Berxwedanê ya Werxelê xistin bin kontrola xwe û bi çekên giran li wan dan.

Di çalakiyê de 8 dagirker hatin kuştin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker êvarî qad bombebaran kir û bi alîkariya helîkopterên êrişê mirî û birîndarên xwe ji qadê derxist.

27’ê Nîsanê gerîllayên jin li dora çeperên şer ên Qada Werxelê şopandin.

Berê êvarê ji 2 milan ve çalakî pêk anîn.

Di encamê de li milê yekemîn leşkerek û li yê duyemîn jî 3 leşker hatin kuştin.

Di çalakiyê de cîhazeke guhdarîkirina deng jî hat îmhakirin.

Heman rojê artêşa Tirk pêşî herêm bombebaran kir û paşê xwest bi helîkopterên Skorsky leşkeran deyne.

Di encama bersivdayîna gerîlla de derb li helîkopterekê hate xistin û yên din jî bêyî ku leşkeran deynin ji qadê dûr ketin.

Şeva 26’ê Nîsanê helîkopterên ku xwestin qada Berxwedanê Kurêjahro bombebaran bikin, bûne hedefa hêzên me.

Ji ber destwerdana gerîlla a bi çekên giran, helîkopterên êrîşê neçar man ji qadê derkevin.

27’ê Nîsanê dagirkerên li derdora çeperên şer ên Kevirêkun bûne hedefa hêzên gerîlla.

Di çalakiya sekvaniyê de leşkerek hat kuştin, yek jî birîndar bû.

Dîsa şeva 27’ê Nîsanê dema helîkopteran xwest li Girê Rûbar dakevin, gerîlla li wan da.

Di encama lêdanên bi bandor de helîkopter neçar man ji herêmê dûr bikevin.

27’ê Nîsanê dagirkerên li Girê Şehîd Şahan û Girê Şehîd Axîn bi awayekî hemwext ji aliyê gerîllayên YJA Starê ve bûn hedef.

Di van her du çalakiyan de, gerîllayên jin bi bandor li hêzên dagirker dan.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk 27’ê Nîsanê qadên herêma Garê, Zap, û Metînayê bombebaran kirin.

Back to top button