Çeteyên DAIŞ’ê êrişî mala endamê Meclisa Dêra Zorê kir, 7 kes mirin, 4 jî birîndar bûn

Êrişên çeteyên DAIŞ’ê li herêmê û bi taybet li Dêra Zorê zêde bûne. Çeteyan duh êrişî mala serokê buroya têkiliyên giştî yê Maclisa Dêra Zor ya Sivîl Nûrî Himêş kir. Di encama êrişî de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan 4 jî birîndar bûn.

Hat ragihandin çeteyên DAIŞ’ê duh di dema fitarê de êriş birin ser mala serokê bîroya têkiliyên giştî ya Maclisa Dêra Zor a Sivîl Nûrî Himêş ya li gundê Fincîn.

D encama êrişê de 7 kes ku mêvanê Nûrî Himêş bûn jiyana xwe ji dest dan 4 jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên Reqayê û birînên wan giran in.

Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlehiya Hundirîn li ser buyerê ji bo girtina çeteyan bajarok dorpêç kirin.

 

Back to top button