Li Silêmaniyê êrişên Tirkiyê û PDK’ê hatin şermezarkirin

Li Silêmaniyê û Koyê li dijî êrişan çalakiyên cuda pêk hatin.
Cîgirê Fraksiyona YNK’ê yê Parlementoya Başûrê Kurdistanê Luqman Werdî bang li Iraqê kir ku li dijî dagirkeriyê helwestekê cidî nîşan bide.
Kadroyên Hizba Komunîsta Kurdistanê (Hizba Şîu) jî bêdengiya hikumeta Iraqê û Başûr şermezar kirin.

Li Silêmaniyê hijmareke rêxistinên navxweyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk pêngavek da destpêkirin.

Pêngav bi daxuyaniyekê li ber Ofîsa Peymangeha Kurdî ya Silêmaniyê hat ragihandin û wiha tê de hat gotin:

”Êrişên dewleta Tirk dibin sedema mirin û koçberkirina şêniyên herêmê û ziyanên madî çêdikin.”

Di daxuyaniyê de bang li Tirkiyê hat kirin ku demildest êrişên xwe rawestîne.

Şêniyên Koya ya Hewlêrê çalakiyek li dar xist

Şêniyên Koya Hewlêrê jî çalakiyek li dar xistin û xwestin li pêşiya êrişên Tirkiyê were girtin.

Luqman Werdî: Divê Iraq helwesteke cidî nîşan bide

Cîgirê Fraksiyona YNK’ê yê Parlementoya Başûrê Kurdistanê Luqman Werdî jî tekez kir ku dewleta Tirk serweriya Iraqê bin pê dike û divê hikûmet helwestkê cidî nîşan bide.

Omer Fetah: Çeka herî xurt yekbûna Kurdan e

Serokê Bizûtneweya Çaksazî û Nîştimanî Omer Fetah jî dibêje yekbûyîn çeka herî xurt li dijî dagirkeriyê ye.

Kadroyên Hizba Şîû’î: Wê Tirkiyê Mûsil, Hewlêr û Kerkûk jî dagir bike

Kadroyên Hizba Komunîsta Kurdistanê (Hizba Şîû’î) jî dibêjin:

“Êrişên Tirkiyê ne nû û balkêş in, lê tişta balkêş bêdengiya hikûmetên Başûr û Iraqê ye.”

Back to top button