MEHMET OCALAN PERGALA 20 SALAN A ÎMRALIYÊ VEGOT

Birayê Rêber Ocalan, Mehmet Ocalan ku di 20 salan de gelek caran li Îmraliyê serdana Rêber Ocalan kiriye, ji hevdîtina yekem a bi Ocalan re heta hevdîtina dawî, sekna Ocalan a ji bo çareseriya demokratîk vegot.
Mehmet Ocalan got:
“Serok her dem hêviya çareseriya demokratîk û aştiya bi rûmet diparêze.
Hêj li ser heman xetê ye û bi hevî ye.”
Têkildarî peyamên Ocalan û sekna Ocalan a li Îmraliyê, Birayê Rêber Ocalan Mehmet Ocalan ku di nava 20 salan de gelek caran hevdîtin kiriye, çavdêrî û nerînên xwe yên li ser Ocalan parve kir.

Mehmet Ocalan, diyar kir ku ji roja Rêber Ocalan anîn Îmraliyê heta niha tecrîd dewam kir û wiha got:

“Ji ber van polîtîkayên guherbaz hin salan me gelek hevdîtin kir, hin caran jî me bi salan hevdîtin nekir.
Dema em li pêvajoya 20 salan binêrin xeta têkoşîna Serok nehatiye guhertin.
Li gorî 20 sal berê xwe pir kûr kiriye. Lêhûrbûna wî pir zêde bûye.
Nerîna wî ya li cîhanê û watedayîna wî pir kûr e. Pêşdîtinên wî pir dûr û di cih de ne.
Hîn navê rêxistina DAÎŞ’ê tune bû, bi awayekî cîddî têkildarî Şengalê hişyarî kiribû. ”

Ocalan bibîr xist ku ji salên borî heta niha Ocalan der barê çareseriya pirsgirêka kurd a aştiya bi rûmet û siyaseta demokratîk de tu carî heviya xwe winda nekiriye û ev tişt anî ziman:

“Ocalan di 20 salên li Îmraliyê de tu carî pirsgirêkên fîzîkî û bedenê dernexist pêş.
Her dem ruh û hiş derxist pêş.
Di her hevdîtinê de bi awayekî li ser xwe û bi moral û rû bi ken derket pêşberî me.
Lê min her dem der barê tenduristiyê de pirs jê pirsîn.
Wî jî got ‘Ji bo min tenduristiya fîzîkî ne li pêş e.
Ez di milê ruh û zîhnî de pir bi hêz û xurt im. Ev yek bêtir min bi hêz dike.”

Leave a Reply

Back to top button