Dema serdana Guterres paytext Kiev hat bombardimankirin

Doh dema serdana sekreterê Neteweyên Yekbûyî Guterres ji bo Ukraynayê, paytext Kîev hat bombardimankirin. Li gorî rayedaran di êrişê de herî kêm 10 kes birîndar bûn.

Piştî bêtirî 2 mehan ji destpêkirina êrişa Rûsyayê re, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres doh serdana Kîevê kir.

Guterres roja Sêşemê jî li gel Pûtîn civiya bû.

Skreterê Neteweyên Yekbûyî dema serdanê deverên ku heta niha bûne armanca êrişan lêkolîn kirin û paşê tevî serokê welat Zelensky daxuyanî da çapemeniyê.

Piştî vê daxuyaniyê bi se’etekê, hin deverên Kîevê bûn armanca bombardimana artêşa Rûsyayê.

Li gorî encamên pêşî 10 kes ji ber êrişê birîndar bûn.

Serokê Ukraynayê ragihand ku 5 moşekên mezin li taxên paytextê ketine û got;

” Bi vê êrişê Rûsya peyam da Neteweyên Yekbûyî.

Ev yek jî nîşan dide ku şer wê bi dawî nebe.”

Di vê navberê de Fermandariya Artêşa Ukraynayê ragihand ku êrişên Rûsya li dijî herêma Donbasê bi dijwarî dewam dikin û ev agahî bi parve kirin:

“Dijmin bi lez êriş dike.

Di rewşa heyî de hema bêjin hemû aliyên bajêr di bin bombardimaneke giran de ne.”

https://bit.ly/3MC3qod

Back to top button