Li Zap û Avaşînê 6 dagirker hatin cezakirin

Ji 17’ê Nîsanê ve li başûrê Kurdistanê şerekî giran heye. Li herêmên Zap û Avaşînê, çalakiyên gerîllayên HPG’ê û YJA-STAR’ê li dijî artêşa Tirk dewam dikin. HPG’ê derbarê êriş û berxwedana gerîlayan de daxuyaniyek da. Hat diyar kirin li van herdû herêman di encama çalakiyên gerîlayan de 6 leşkerên din hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe a rojane de encama çalakiyên gerîlla ên li dijî dagirkeriya Tirk eşkere kirin.

Li gorî vê;

LI HERÊMA AVAŞÎNÊ

28’ê Nîsanê dagirkeran xwest li dora Qada Berxwedanê ya Werxelê bi cih bibin.

Gerîlla bi rêbaza sekvaniyê li wan dan û di encamê de leşkerek hat kuştin, yek jî birîndar bû.

Heman rojê artêşa Tirk 3 caran herêm bi balafirên şer bombebaran kir.

LI HERÊMA ZAPÊ

Li herêma Zapê jî 28’ê Nîsanê dema hêzên dagirker hewl dan ber bi Girê Şehîd Kûrtay ve biçin, bûn hedefa hêzên me.

Di çalakiyê de şerek dijwar rû da û di encamê de 3 leşker hatin kuştin.

Paşê artêşa Tirk bi alîkariya helîkopteran kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirin.

Li Qada Berxwedanê ya Kurêjahro jî, çeperên artêşa Tirk ên li derdora Kevirêkun bûn armanca çalakiya gerîlla.

Di çalakiya sekvaniyê de leşkerek hat kuştin.

Heman rojê li beşê qada Werxelê yê dikeve aliyê herêma Zapê, dagirker bûna armanca çekên giran ên gerîlla.

Di encama di lêdanên bi bandor de leşkerek hat kuştin, 1 jî birîndar bû.”

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî bombebaranên artêşa Tirk jî ev agahî dan:

28’ê Nîsanê artêşa dagirker 5 caran bi teqemenî, çekên kîmyewî û 2 caran jî bi balafirên şer Qada Kurêjahro bombebaran kir.

Êriş danê şevê ji aliyê helîkopteran ve hate kirin.

Girê Cûdî û Girê Bihar ên herêma Zapê 3 caran bûn armanca êrişa balafirên şer.

Girê Cehenemê û Çemço yên herêma Zapê 8 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

Back to top button