HOLANDA PIŞTGIRIYÊ DIDE AVAKIRINA DADGEHEK NAVDEWLETÎ JI BO DARIZANDINA DAIŞ’Ê

Serdanên şandeyên Ewropî li gel boruya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ji bo karên doplomatîk dewam dikin. Herî dawî şandyek Hollandayê serdana herêmê kir û teqeziya piştevaniya welatê wan a avakirina dadgeheke navdewletî li herêmên Rêveberiya Xweser kir.
Rayedarekî Fransayê jî diyar kir kir ku hikumeta wan ji bo piştevaniya ewlehî, aramî û pêvajoya jinûve-avakirina li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji her aliyekî ve amade ye.

8’ê Hezîranê şandeyeke hevpar ji wezaretên karên derve yên Fransa û Hollandayê serdana navenda boruya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser li bajarokê Eyn Îsa kir.

Şande ji serokê Navenda Krîzan a Wezareta Karên Derve ya Fransyê Eric Schafalier û serokê Navenda Krîzan a Wezareta Karên Derve ya Hollandayê Ian Bijan, tevî tîma pê re, pêk dihat.

Şande ji aliyê hevserokên boruya têkiliyên Derve û endamên boruyê ve hate pêşwazîkirin.

Her du aliyan rewş û rûdanên dawîn ên ku Sûriye û herêmên Rêveberiya Xweser tê re derbas dibin, nîqaş kirin.

Hevseroka boruya têkiliyên Derve Emel Dade ji çapemeniyê re li ser zimanê wezîrê karên derve yê Hollandayê name ragihand.

Di nameyê de hate teqezkirin ku Hollanda ji bo darizandina çeteyan piştevana avakirina dadgeheke navdewletî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Emel Dade îşaret pê kir ku Eric Schafalier raber kir ku dê Fransa piştevaniya giştî ji aliyê leşkerî, dîplomasî û xizmetguzarî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Emel Dade da zanîn ku şandeyê li ser lidarxistina 2 civînan li Parîsê (ya yekemîn 25’ê Hezîranê û ya duyemîn jî 27’ê Hezîranê) da ku lêkolînkirina piştevaniya Rêveberiya Xweser ku tê de Fransa, Hollanda, DYA û Brîtanya û hin dewletên dîtir hene, bê kirin, nîqaş kirine.

Mijara girtiyên DAIŞ’î biyanî yên ji zêdetirî 40 dewletî li gel QSD’ê girtî ne, ji dosyayên girêkok in.

Frasna wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo perwerdekirina li ser pisporiya çawaniya rakirina mayînan li herêmên nû hatine rizagarkirin akademiyekê veke û endaman perwerde bike.

Li aliyekî din jî Rêveberiya Xweser di vê salê de banga hikumetên biyanî kir ku hemwelatiyên xwe wergirin û li rexê jî pêşniyara avakirina dadgeheke navdewletî li xaka Sûriyê kir .

3 Hezîranê li paytexta Swêdayê Stockholmê, civîneke navdewletî ya taybet ji bo nîqaşkirina mijara avakirina dadgeha darizandina çeteyên DAIŞ’ê li herêma Rojhilata Navîn û çawaniya xebata dadgehê û çavdêriya wê, hate organîzekirin.

Leave a Reply

Back to top button