Li bakurê Kurdistanê berteka li dijî êrişên Tirkiyê û hevkariya PDK’ê zêde dibe

Li bakurê Kurdistanê jî hêrsa li dijî dagirkerî û xiyanetê her diçe zêde dibe.
Siyasetmedaran bang li PDK’ê kirin ku dest ji hevkariya xwe ya êrişên dewleta Tirk ên li ser gerîla berde. Li Amedê jî êrişên Tirkiyê û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re hate şermezarkirin.

Li Bakurê Kurdistanê berteka şexsiyet, partiyên siyasî, sazî û dezgehên kurd a li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK’ê zêde dibe.

Derbarê mijarê de Endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Salih Mevalî û Hevserokê DBP’a Dîlokê Tahir Altûg axivîn û bertek nîşandan.

Endamê Meclisa Partiyê ya DBP’ê: Gelê Kurd wê ti carî vê yekê qebûl neke û wê dîrok xiyanetê binivîsîne

Salih Mevalî piştgiriya malbata Barzanî a ji bo Tirkiyê û wiha got:

“Malbata Barzanî di hundirê vî şerî de cih digire. Ji heft saliyan heta heftê saliyan her kes vê dizane. Dewleta Tirk ji bo karê xwe wan bi kar tîne. Gelê kurd wê ti carî vê yekê qebûl neke û wê dîrok viya binivîsîne.”

Dawî Salih Mêvalî bang li xelkê Başûrê Kurdistanê kir ku li ber polîtîkayên PDK’ê rabin.

Derbarê mijarê de Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Dîlokê Tahir Altûg jî anî ziman ku êriş tenê ne li hemberî Başûr, li hemberî hemû kurdan pêk tên.

Tahir Altûg: Divê gelê Başûr destûra şer nede

Altûg wiha got: “Îro Barzanî ketiya bin zihniyeta AKP’ê. Li Rojava û Şengalê çawa gelê kurd hate qetilkirin, dîtin. Ev êriş dewama êrişên Helebceyê ne. Gelê Başûr bila vê zîhniyetê têk bibe.”

Tahir Altûg da zanîn armanca êrişên Tirkiyê derxistina şerê navxweyî ye û got: “Desthilata AKP’ê bi vî şerê qirêj dixwaze xwe li ser pêyan bigire. ”

Kedkaran li Amedê bi dirûşma ‘Bijî Kurdistan, bimre îxanet’ meşiyan

Li Amedê jî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re ji aliyê nûnerên sendikayan ve hate şermezarkirin.

Nûnerên sendîkayan li Amedê ji bo bangawaziya mîtînga 1’ê Gulanê meşiyan û daxuyaniyek dan.

Çalakvanan Berxwedana gerîla slavkirin û li dijî êrişên Tirkiyê û hevkariyê PDK’ê bertek nîşan dan.

Nûnerên sendîkayan hemû kes li dijî şer vexwendin mitînga 1’ê Gulanê ku dê li Qada Stasyonê bê lidarxistin.

Kedkaran, bang li welatiyan kir ku li dijî şer di 1’ê Gulanê de dakevin qadan.

Back to top button