Doza Denîz Poyraz: Çeteyên dewletê ew kuşt

Runiştina 3’an a doza kujerê Denîz Poyraz Onur Gencer de li dadgeheke Îzmîrê hat dîtin. Lê ji ber kujer ji girtîgehê de beşdarî rûniştina dozê bibû, parêzerên Denîz bertek nîşanî vê yekê dan. Heyeta dadgehê ji aliyê parêzeran ve hat redkirin, malbata kujer jî ji şahidiyê vekişiya.

Danişîna 3’yan a derbarê Onur Gencer ê ku di 17’ê Hezîrana 2021’an de Denîz Poyraz li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê kuşt, li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê Bayrakli hat lidarxistin.

Desteya Rêveberiya Navendî a HDP’ê, Meclîsa Partiyê, endamên Koordînasyona Jinan, nûnerên partiyên pêkhateyê, wekîl, rêveber û nûnerên rêxistinên jinan û endamên partiyan doz şopandin.

Berî rûnîştinê daxuyaniyek hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, li Tirkiyê hiqûq û daraz bûye lîstîka hikumetê û wiha hate gotin;

“Li pişt êrîş û qetlîamên siyasî her tim rêxistineke çete û derdorên tarî yên ku di nava dewletê de disekinin heye.

Çeteyên di nava dewletê de her tim hatine parastin.

Bila hikûmeta baş bizanibe, em ê ti carî serî li ber kiryarên we yên dijhiqûqî, zext û êrîşên we netewînin û teqez ser bikevin.

Em ê ti carî dest ji têkoşîna edaletê ya Denîzê û têkoşîna xwe ya jinan bernedin.

Em ê teqez hesabê kujerên Denîz bipirsin .”

https://anfkurdi.com/jin/doza-deniz-poyraz-parezeren-doze-dadgeh-red-kirin-155173

Di rûniştina dozê de kujer Onur Gencer bi Sîstema Agahdariya Deng û Dîtbarî ji girtîgehê beşdarî rûniştinê bû.

Parêzeran jî bertek nîşanî nebûna Onur Gencerê dan.

Heyeta dadgehê ji aliyê parêzerên dozê ve hat redkirin.

Heyeta dadgehê bi eşkerekirina biryara xwe ya demkî, daxwaza vekişîna heyeta dadgehê red kir û biryar da ku daxwaza dadger ji Dadgeha 7’an a Cezayê Giran a Îzmîrê re bê şandin.

Rûniştin taloqî 18’ê Tîrmehê hat kirin.

 

Back to top button