Atîna ji ber binpêkirina qada wê ya hewayî giliyê Enqere li NATO û YE kir

Tirkiye qada hewayî ya Yewnanîstanê ya li Egeyê binpê kir. Rêveberiya Atîna giliyê Tirkiye li NATO, YE û NY kir. Enqere jî îdia dike ku wan bersiva firînên Yewnanîstanê yên “provokatîf” daye.

Di demekê de ku hevdîtinên şêwrê û xebatên diyalogê yên di navbera Tirkiye û Yewnanîstanê de zêde bûn, li ser qada hewayî ya li Egeyê alî careke din hatine pêşberî hev.

Di mehên dawî de, Yewnanîstan gelek caran Tirkiye bi binpêkirina qada hewayî ya li ser giravên niştecihbûyî yên li deryaya Egeyê sûcdar dike.

Herî dawî jî Balyozê Tirk ji bo Wezareta Karên Derve ya Yewnanîstanê hate gazîkirin.

Duh bi hinceta ku balafirên şer ên Tirk careke din qadên wan binpê kirine, bang li Balyozê Tirk yê li Atîna hate kirin û nota protestoyê jê re hat dayîn.

Serokwezîrê Yewnanîstanê Kiryakos Mitsotakis ragihand ku ew li ser mijarê bi Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg re axiviye.

Mitsotakis anî ziman ku ev helwesta Tirkiyê ziyanê dide yekîtiya NATO yê.

Tevî NATO, Atîna giliyê Tirkiye li YE û Konseya Ewlekariyê ya NY jî kir.

Tirkiye jî îdia dike ku wan bersiva provakasyonên Atîna daye.

Back to top button