TJK-E banga tevlîbûna meşa “li dijî dagirkeriya dewleta Tirk Kurdistanê biparêze” kir

Tevgera Jinên Kurdistanê li Ewropayê-TJK-E’yê banga tevlîbûna çalakiya li dijî dagirkerî û xiyanetê ya ku wê sibe li Dusseldorfê bê li daxistin, kir.

TJK_E yê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û tevî xiyaneta PDK’ê di çarçoveya konsepteke hevpar de ji bo dagirkirina Kurdistanê û temamkirina qirkirina Kurdan, êrişeke nû destpêkiriye.

TJK-E’yê destnîşan kir ku ev êriş êrişa ji nûve dagirkirina Kurdistanê ye û got;

Em careke din dibêjin ku em ê Kurdistanê biparêzin.

30’ê Nîsanê roja Şemiyê bi dirûşma ‘Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, Kurdistanê biparêze’ meşek navendî lidar dixin.

Em bang li Kurdistaniyan û dostan hemûyan dikin ku tevlî çalakiyê bibin.

Êrişên komkujî û dagirkeriyê yên topyekûn bi berxwedaneke topyekûn dikare bên têkbirin.

Ji bo xwedîderketina li berxwedana gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê û parastina Kurdistanê di 30’ê Nîsanê de em ê li Dusseldorfê bin.

Roj roja mezinkirina têkoşînê ye, bi ruh û sekna hevpar parastina rûmet, xak û destketiyan e.”

Back to top button