Çeteyan jineke Efrînî li Ezazê revandin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê bê navber dewam dikin.
Çeteyan jineke Efrînî li Ezazê revandin. Ji ber şerê di navbera çeteyan de jî li gundê Tirindê, jinek birîndar bû.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, çeteyên dewleta Tirk jina bi navê Hemrîn Ibrahîm ya 29 salî ji navçeya Raco, dema dixwst derbasî Tirkiyê bibe, ew li Ezazê revandin.

Hate ragijhandin Hemrîn dema gihişt benda kontrolê ya çeteyan ya li Ezazê, agahî jê qut bûn.

Li aliyekî din, ji ber şer û pevçûnên di navbera çeteyan li gundê Tirindê yê Efrînê jineke temen mezin birîndar bû.

Hat diyar kirin jina birîndar buye Sultana Sîdo ye, dema li ber mala xwe bû, ji ber guleyên çeteyan birîndar bû.

Back to top button