Li başûrê Kurdistanê hêrsa dijî dagirkerî û xiyanetê

Li başûrê Kurdistanê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi hevkariya PDK, bi çalakiyên cuda hat şermezarkirin. Malbatên Şehîdan û siyasetmedarên Başûr jî, bêdengiya hikumeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û xwestin helwestên cidî bên nîşandan.

Nerazîbûna li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker ya bi hevkariya PDK’ê ên ser başûrê Kuridstanê, dewam dikin.

Welatiyên ku xelkê Bakurê Kurdistanê ne û li Silêmaniyê dijîn, bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kirin û bang li hemû aştîxwazan û partiyan kirin ku li hemberî dagirkeriyê bêdeng nemînin.

Her wiha Malbatên Şehîdan ên navçeya Koyê ya Hewlêrê jî li dijî êrişên dewleta Tirk bertek nîşan.

Li Silêmaniyê hijmareke rêxistinên navxweyî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, bi daxuyaniyekê destpêkirina pêngavekê, ragihandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrişên dewleta Tirk dibin sedema mirin û koçberkirina şêniyên herêmê û banga rawestandina êrîşan hat kirin.

Cîgirê Fraksiyona YNK’ê yê Parlementoya Başûrê Kurdistanê Luqman Werdî jî diyar kir ku divê hikûmeta Iraqê li hemberî êrîşan, helwestek cidî nîşan bide.

Serokê Bizûtneweya Çaksazî û Nîştimanî Omer Fetah jî dibêje hevgirtin û yekîtî çeka herî xurt li dijî dagirkeriyê ye.

Endamên Hizba Komunîsta Kurdistanê (Hizba Şû’î) jî dibêjin:

“Êrişên Tirkiyê ne nû û balkêş in, lê tişta balkêş bêdengiya hikûmetên Başûr û Iraqê ye.”

Back to top button