CEMÎL BAYIK: BI PROJEYA RÊBER OCALAN ÇARESERIYA ALOZIYA LI SÛRIYÊ PÊKANE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemil Bayık têkildarî dagirkeriya dewleta tirk a li başûrê Kurdistan û plana çareseriya aloziya li Sûrî axivî. Bayîk got: Çareseriya Rêber Apo ev e. Heke Rûsya û Sûriye hebûn û xweseriya Kurdan qebûl bikin wê ji vê aloziyê rizgar bibin. Bi naskirina cih û xweseriyê dikare çareserî pêk were.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemil Bayık, dagirkeriya dewleta tirk a li başûrê Kurdistanê di beşa 2 a hevpeyvîna xwe ya bi ajansa Firatê re nirxand.

Cemil Bayık dibêje, operasyon û êrişên berê yên artêşa tirk li ser dengeyên di sedsala 20’an de ava bûbûn, dihatin meşandin, lê belê niha rewşeke cuda heye.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê li ser mijarê van tesbîtan dike:

Tirkiye dixwaze li ser dengeyên nû yên li Rojhilata Navîn bi rêya berbelavbûnê xwe bi bandor bike. Jixwe Erdoğan jî ev yek eşkere anî ziman û got, Peymana Lozanê ne serketinek e. Bi vî awayî, wî diyar kir ku ew sînorên di Lozanê de hatibûn destnîşankirin, nas nake. Erdogan îdîa kir ku sînorên Tirkiyê di Helep û Kerkûkê re derbas dibin.

Cemîl Bayik ji bo çareseriya aloziya li Sûrî wiha got:

Çareseriya Rêber Apo ev e. Heke Rûsya û Sûriye hebûn û xweseriya Kurdan qebûl bikin wê ji vê aloziyê rizgar bibin. Sûriye dikare xweseriya demokratîk a Kurdan qebûl bike û gaveke wisa biavêje. Ev tê wateya demokratîkbûna Sûriyê jî. Bi feraseteke wisa hêzên navneteweyî û koalîsyon jî dikarin bi Sûriyê re li ser hin tiştan li hev bikin. Dikare wan ji bo mafê nasnameyên cihê û xweseriya wan qanih bike. Yan jî li hemberî çareseriyeke wisa, wê her kes çareseriyê qebûl bike û hurmetê nîşanî wê bide.

HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCKÊ CEMÎL BAYIK:
TIŞTA ‘ENKS’ LI ROJAVA KIR PDK LI BAŞÛR DIKE

Bayik anî ziman ku hin hevkarên kurd jî destekê didin vê daxwaza berfirehbûna dewleta tirk û wiha behsa derdorên mijara gotinê dike:

Li Rojava, li Efrînê derdorên ku ji wan re ENKS tê gotin, tiştên ku kirine li holê ne. Tevî ku ti hêzeke wan tine jî, bi hevkariya xwe ya li gel çeteyên Efrînê, qaşo wê bibana xwediyê Efrînê. Lê belê em dibînin ku kurd li Efrînê bi qirkirinê re rû bi rû ne. Niha em dibînin ku ji bo dagirkirina başûrê Kurdistanê jî PDK tê bikaranîn. PDK bi rastî jî bi helwestên xwe yên teng û rojane ji bo siyasetên dewleta tirk dibe maşik û alet.

Bayık bibîr dixe ku dewleta tirk sînorên xwe yên bi Îran û Sûriyê re ji serî heta dawî dîwar lê kiriye û hewl dide li başûrê Kurdisanê jî herêmeke tampon saz bike.

Bayik wiha dewam dike:

Bi vî awayî dewleta tirk dixwaze xwe li seranserî başûrê Kurdistanê berbelav bike. Êdî bi PDKê re kîjan têkiliyên veşartî danîne, çi soz dane PDKê, em van nizanin.

HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCKÊ CEMÎL BAYIK:
GERÎLA WÊ LI DIJÎ ÊRÎŞAN TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik li himberî vê rewşê helwesta ku gerîla nîşan dide wiha şîrove kir:

Li dijî vê gerîla berxwedaneke mezin nîşan dide, û ji niha û şûn ve jî wê pozîsyona xwe biparêze.

Leave a Reply

Back to top button