Dewleta tirk a dagirker ji 27’ê Gulanê ve êrîşên xwe yên dagirkeriyê hem li bakur û hem ji li başûrê Kurdistanê zêde kiriye. Gerîlayên HPG’ê jî li dijî dagirkeriyê çalakiyên bi bandor lidardixin. HPG’ê ragihand ku li Çelê ya Colemêrgê herî kêm 8 leşkerên dewleta tirk a dagirker hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî têkildarî çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Çelê ya Colemêrgê weşand.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parvekirin:
Li dorhêla Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker didomînin.
Gerîla li dijî hewladana dijmin a dagirkirina herêma Xakurkê, li navçeya Çelê ya Colemêrgê li 3 cihên cuda çalakiyên bi bandor pêk anîne.
Li gorî vê;
8’ê Hezîranê artêşa Tirk a dagirker, bi piştgiriya yekîneyên xwe yên veşartî yên li herêma Kanî Orê li bejahiyê kemîn daniye.
Gerîlayan ev yekîneya dijmin a kemîn danî şopand û danê nîvro çalakiyek pêk aniye.
Di vê çalakiyê de 5 leşker hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne.
Piştî çalakiyê artêşa tirk, bi obus û hewanan herêm bê serûber bomberdûman kir.
Heman rojê gerîlayan, çalakiyek li dijî leşkerên artêşa tirk ên li Girê Şehîd Colemêrg bi cih bûyî pêk anîn.
Di vê çalakiyê de 3 leşkerên dewleta tirk hatine kuştin.
Dîsa artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê herêm bi obus û hewanan bomberdûman kir.
Ji ber wê li herêmê şewat derket.
9’ê Hezîranê, gerîlayan li leşkerên li ser Girê şehît Bager bi cih bûyî dan.
Têkildarî kuştî û birîndarên artêşa tirk a dagirker agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
10’ê Hezîranê jî balafirên atêşa Tirk a dagirker herêma Xinêrê ya Xakurkê ya Herêmên Parasitnê yên Medyayê bombebaran kir.
Di vê bomberdûmana hatî kirin de ti ziyana bi hzêên gerîla nebû.