Huneremend li dijî êrişên dagirkeriyê ketin tevgerê

Endamên Tevgera Çand û Hunera Kurd a Ewropayê ku li dijî êrîşên dagirkeriyê û qirkirinê yên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê dayî destpêkirin, hatin cem hev û maseya krîzê ava kirin.

Di çarçoveya ku weke tevger çi dikarin bikin de maseya krîzê hat avakirin û rêze biryar hatin girtin.

Li gorî vê:

Di hemû çalakiyan de wê pêşengiya çalak bê kirin.

Ji bo peywendiyê bi hunermendên biyanî re komîsyonek xweser hate damezrandin.

Li gelek welatên Ewropayê wê xwepêşandan bên lidarxistin.

Wê bi hin rêxistinên sivîl, hunermendên biyanî û saziyên çapemeniyê yên biyanî re têkilî bê danîn û dosya bên şandin.

Çalakiyên kolanan ên ku sekna hunerî nîşan didin wê bêne plankirin.

Hunermend Xelîl Xemgîn peyamed da :

“Weke hunermendên civaka Kurd di nava vî şerê man û nemanê de ne em bi gelê xwe re.”

Back to top button