Ciwanên Qamişlo li dijî êrişan çalakiyek pêk anî

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên Tirkiyê û hevkariya PDK’ê bihêrs in.
Ciwanên Qamişlo duh jî li dijî êrişan daketin qadan û hevkariya PDK’ê şermezar kirin.
Dayikên gerîlayên HPG û YJA Starê jî dibêjin:
“Çawa dagirker beriya niha têk çûn, wê bi berxwedana gerîlayan niha jî têk biçin.” 

Ciwan di serî de, gelê Rojavayê Kurdisatnê li dijî êrişên li ser gerîlayên azadiyê bihêrs in.

Duh êvarî Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li bajarê Qamişlo çalakiyek li dar xist.

Ji endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Hogir Elî, axivî û nerazîbûn nîşanî êrişan da.

Dayikên Gerîla: PDK li ser hesabê xwîna zarokên me bi dijmin re li hev dike

Dayik û malbatên gerîlayên HPG û YJA Starê ku li dijî êrişên Tikriyê berxwedaneke bêhempa nîşan didin, axivîn.

Hilwa Silêman ku xwişka şehîdekî HPG’ê ye, nerazîbûn nîşanî êrişan da.

Dayika gerîlaya YJA Starê Serhildan Canê, Leyla Keleş jî dibêje :

PDK’ê li ser hesabê xwîna zarokên me bi dijmin re li hev dike.

Dayîka gerîlayekî HPG’ê Meryem Omer jî tekez dike divê PDK’ê dev ji hevkariya bi Tirkiyê re berde.

Back to top button