Li Kabulê herî kêm 50 kes hatin kuştin

Doh careke din li Efxanistanê, mizgeftek bû armanca êrişeke bombeyî.
Di êrişê de herî kêm 50 kes hatin kuştin.

Meha Remezanê li Efxanistanê êrişên beramberê hev ên li dijî mizgeftên Şî’a û Suniyan zêde bûn.

Doh li Rojavayê paytext Kabulê, piştî nimêja Înê û bi taybet dema gel ji bo guhdarîkirina we’zan kom bûn, êrişeke bombeyî pêk hat.

Îmamê mizgeftên ku ji teqînê sax filitî, anî ziman ku kesê êrişkar ketibû nava cematê û bombeya li ser xwe teqand.

Wezareta karê hundir pêşî ragihand ku di êrişê de 10 kes hatin kuştin.

Lê belê rayedarên nexweşxaneyeke dermankirina lezgîn eşkere kirin wan bêtirî 30 cenaze pêşwazî kirine.

Hin şahidên êrişê jî anî ziman ku di êrişa bombeyî de herî kêm 50 kes mirine.

Hefteyên derbasbûyî bi taybet rojên Înê di mizgeftên Şî’a û Sunyan de êrişên bombeyî zêde bûn.

Çeteyên DAIŞ’ê berpirsiyariya beşek ji van êrişan girtin ser xwe.

Back to top button