Rêveberiya Xweser bi peyamekê cejna karkeran pîroz kir

Rêvberiya Xweser bi peyamekê cejna karker û kedkarên herêmê pîroz kir û got:
“Karker û kedkar stûnên sereke û girîng ên civakê ne.” 

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê anî ziman ev roj rol û girîngiya karker û kedkaran di civakê de nîşan dide û ji bo pêşxistina civaka xwe roleke girîng dilîzin.

Di peyamê de hat gotin jî:

Di vê rewşa bi girêk de û li gel tunebûna çareseriyan li Sûriyê, parastina mafê kedkaran ku roleke hêjayî wan di pêşeroja Sûriyê de were dîtin, mijareke girîng e.

Rêveberiya Xweser hêvî kir bigihêjin Sûriyeke nû ya demokratîk û nenavendî, ku tê de, rola kedkar û karkeran misoger bibe û keda wan a di pêşxistina civakê de were pîrozkirin.”

Back to top button